DÊRSÎM – Êriş li polîsan hat kirin

Navenda Nûçeyan – Li Dêrsîmê vê êvarê êriş li wesayîta polîsên Tirkiyeyê hat kirin û di encamê de 2 polîs birîndar bûn.

 

Li gorî agahiyan li navçeya Xozat a Dêrsîmê bi çekên lûle dirêj êrişî polîsên Tirkiyeyê hat kirin.

 

Hat gotin di emcama êrişê de 2 polîs birîndar bûn û ji wan yek fermandar bû.

 

Polîsên hatîn birîndarkirin bû dermankirine veguhestin Nexweşxaneya Zanîngeha Firat a Elezîzê.

 

Piştî bûyerê hêzên ewlekariya Tirkiyeyê li cihê bûyerê dest bi operasyonek berfir kirin.