Şelal Gedo banga destwerdana leşkerî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir

21-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Dijbereyê Sûriyê Şelal Gedo daxwaz ji civaka navdewletî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku destwerdaneke leşkerî li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bêk bînin û rê li pêşiya êrişên DAIŞê bigrin.

Endamê Hevpeymaniyê yê Kurd Şelal Gedo ji Rûdawê ragihand: “Em banga destwerdana leşkerî ya bilez ji civaka navdewletî û welatên herêmî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin da ku hevkariya miletê me bikin û rê li pêşiya karesateke mirovî mezintir bigrin.”

Wî endamê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Dijbereyê Sûriyê wiha domand: “Tawanên ku niha li bajarê Kobanê tên kirin, proseyeke bo qirkirina gelê mê yê kurd. Herwiha êrişeke li dijî hebûna me li ser axa Kurdistanê.”

Gedo banga hevkariyê ji tevahiya cîhanê dike û di serî de Amerîkayê ku, “operasyonên asmanî li dijî çekdarên DAIŞê li Sûrdiyê pêk bînin bo rê girtin li pêşiya pêşketinên wan çekdarn li Kobanê.”

Herwiha bang li civaka navdewletî û saziyên civaka sivîl li cîhanê kir ku hevkariyên mirovî pêşkêşî penaberên Kobanê bikin.

Tê zanîn ku çekdarên DAIŞê êrişên berfireh kirin ser gundên herêma Kobanê û welatiyên sivîl yên Kurd kiribûn armanca top û rokêtên xwe ku di encam de bi hezaran xelkên wan deveran koçber bûne bo bakurê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst