Skynews: Hilbijartinên Kurdistana Iraqê dê rêka serxwebûnê ronahî bike

21-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Beşa erebî ya televîzyona skynews ragihand, hilbijartinên vê carê yên parlamentoya Kurdistanê dê rêka cihêbûna kurdan ji Bexdayê ronahî bike. Li gorî televîzyonê, herçiqas rayedarên Kurdistana Iraqê behsa azadiyê bikin jî lê rastî rexneyên tund ji ber binpêkirina mafên mirov û azadiyan tên.

Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku îro danê sibê dest pê kir, bala gelek televîzyon û saziyên ragihandina cîhanê kişandiye ser xwe.

Beşa erebî ya skynewsê ku wek skynewsarabia weşanê dike, derheqê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de raporek belav kir û ragihand, hilbijartinên parlamentoya Kurdistana Iraqê îro dest pê kir ku zêdetirî 2 milyon û 800 hezar kes dikarin deng bidin û 111 endamên parlamentoyê hilbijêrin.

Li gorî skynewsarabia, hilbijartinên Kurdistanê di demekî de tê sazkirin ku kurd hertim digel hikûmeta Bexdayê nakok bûne û şerê di navbera wan de heta niha jî didome.

Di raporê de behsa partiyên ku beşdarî hilbijartinan bûne tê kirin û tê gotin jibilî partiyên herî bihêz mîna YNK û PDKê tevgera Gorran jî yek ji aliyên bihêz ên hilbijartinan e.

Televîzyona skynewsê her wiha ji zarê çavdêrên siyasî ragihandiye ku PDKê dê dengên herî zêde bidest bîne lê YNK bi tevgera Gorran re di nav hevrikiyê de ye. Di demekî de ku serokê YNKê Celal Talebanî nexweş e û rewşa tenduristiya wî jî zelal nîne.

Li gorî skynewsê, hilbijartinên vê carê yên Kurdistana Iraqê dê rêka cihêbûna kurdan ji Bexdayê ronahî bike ji ber ku kurd hewl didin serbixwe bin.

Di beşa dawî ya raporê de hatiye ziman ku herçiqas rayedarên Kurdistana Iraqê behsa azadî û hebûna mafên mirov bikin lê rayedarên han ji ber binpêkirina azadî û mafên mirov rastî rexneyên

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst