‘Serokê Yegirtû sûc kir lewma divê bê cezakirin’
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Mihemed Ferec diyar kir ku dê di hilbijartinên vê carê de bibin yekem. Serokê navenda Şems Hogir Çeto jî gotinên Mihemed Ferec wek “propaganda bo partiya xwe” nirxand û diyar kir ku divê Ferce bê cezakirin.
Serokê Yekgirtû Mihemed Ferec jî wek hemû rayedarên siyasî yên Herêma Kurdistanê dengê xwe avêt sindoqê.
Mihemed Ferec piştî dengdanê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku Yegirtû dê bibe yekem çimkî dê ji hemû partiyên din zêdetir deng bidest bixe.
Ji aliyekî din, serokê navenda Şems a rapirsî û şiroveyên siyasî Hogir Çeto li ser gotinên Mihemed Ferec axivî û got: “Mihemed Ferec propaganda kir bo partiya xwe lê li gorî ku em dizanin propaganda hatiye qedexekirin lewma divê komîsyona hilbijartinan wî ceza bike.”