Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona hilbijartinan rêjeya beşdarîkirin di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê re eşkere kir. Li gorî agahiyên komîsyonê, rêjeya dengdanê li Dihokê ji bajarên din zêdetir bûye.
Piştî bidawîhatina dengdanê, komîsyona hilbijartinan rêjeya dengdanê li bajar û deverên Herêma Kurdistanê eşkere kir. Li gorî agahiyên komîsyonê rêjeya beşdarîkirin di hilbijartinên îro yên parlamentoyê de wiha ne:
Hewlêr: 55%
Silêmanî: 50%
Dihok: 57%
Çoman: 65%
Germiyan: 60%
Kelek: 79%
Sêmêl: 70%
Akrê: 65%
Zaxo: 62%
Helebce: 60%
Berdereş: 73%
Amêdî: 66%
Ruwandiz: 75%
Şeqlawe: 68%
Raniye: 67%
Pîrmam (Mesîf): 80%
Mêrgesor: 80%
Xelîfan: 70%
Behrike: 77%
Komîsyonê ragihand, saet 20:00 bi dema Hewlêrê dê encamên giştî yên rêjeya beşdarîkirin di hilbijartinan de ji raya giştî re were eşkerekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse