Komîsyona Hilbijartinan rêjeya beşdarbûnê heta saet 13:00 eşkere kir

 

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê rêjeya beşdarbûna hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê heta saet 13:00 bi dema Hewlêrê eşkere kir. Li gorî encamên han, rêjeya beşdarbûnê li Silêmaniyê 50% e ku ji hemû deveran zêdetir e.

Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê heta niha jî didome û hêdî hêdî rêjeya beşdarbûnê tê eşkerekirin.

Li gorî agahiyên komîsyona hilbijartinan, li Dihokê rêjeya beşdarbûnê heta saet 13:00 41% bûye, li Zaxo jî 50%ê xelkê beşdar bûne.

Li gorî daxuyaniya komîsyonê, li Silêmaniyê heta saet 13:00 rêjeya beşdarbûnê 50% bûye û li Hewlêrê jî ev rêje 48% bûye.

Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ji saet 07:00 bi dema Hewlêrê dest pê kir û dê heta saet 17:00 bidawî bibe.

Komîsyona Hibijartinan beriya niha ragihandibû, eger pêwîst bike dê dema hilbijartinan zêde bikin.