Çend Sûriyeyiyan nasnameya Tirkiyeyê wergirtiye?

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku di çarçoveya parastina demkî de 238 hezar û 768 kesan nasnameya Tirkiyeyê wergirtiye.

Hatibû îdiakirin ku 2,5 milyon Sûriyeyî hevwelatiya Tirkiyeyê wergirtiye.

Rêveberiya Nifûsê û Karên Hevwelatiyan a Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê hejmara welatiyên Sûriyeyê yên ku nasnameya Tirkiyeyê wergirtiye eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, hejmara Sûriyeyiyên ku nasnameya hevwelatiya Tirkiyeyê wergirtiye ne 2,5 milyon e û tenê 238 hezar û 768 Sûriyeyî nasnamaya Tirkiyeyê wergirtiye.

Hat ragihandin ku ji wan 134 hezar û 624 kes temenê wan di ser 18 salî de ye û 103 hezar û 144 kes jî zarok in.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di dema hikûmeta nû de 101 ji wan temenê wan ser 18 salî de ye û 82 zarok bi giştî 183 welatiyên Sûriyeyê nasnameya hevwelatiya Tirkiyeyê wergirtiye.

Îdîaya ku li welatê me 2,5 milyon Sûriyeyiyan nasname wergirtiye ne rast e.”

Serokatoya Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê jî ragihandibû ku wekî hatiye îdiakirin “li Tirkiyê 7 milyon Sûriyeyî û 13 milyon biyanî tinene û tenê 4 milyon 425 hezar û 230 biyanî hene.”