Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartin ji bo nûkirina rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê gelekî girîng e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê got, “Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji bo nav û pêgeh û nûkirina rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê gelekî girîng e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Alîkarê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê Claudio Cordone kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Claudio Cordone daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de erkê tîma NYê ya ji bo heyama mayî ya mayîna wan a li Îraqê hatiye gotûbêjkirin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Claudio Cordone li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî axivîn.

Li aliyê din, Nêçîrvan Barzanî ji ber rol, hevkarî û piştevaniya wê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê spasiya Neteweyên Yekbûyî kir û tekez kir ku hilbijartin ji bo nav û pêgeh û nûkirina rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê gelekî girîng e.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêwîstiya pêvajoyeke dengdanê ya paqij û şefaf bi beşdariya hemû alî û pêkhateyan kir.

Ji aliyê xwe ve Claudio Cordone spasiya tîma Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rol û hewlên Nêçîrvan Barzanî û rêveçûna rast û dirist a wî ya di derbarê pirsa hilbijartinên Parliyamenta Kurdistanê de nîşan da.

Cordone pabendbûna Netewên Yekbûyî ya ji bo piştgiriya serkeftina hilbijartinan û pêvajoya dengdanê tekez kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku civîna Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Serokatiya Herêma Kurdistanê ya li gel aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên herêmê jî mijarên din ên civînê bûn.