Li Efrînê teqîn: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bombeya di motorsîklêtê de hatibû bicihkirin teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li navenda bajarê Efrînê motorsîkleteke bombebarkirî li taxa Eşrefiye hat teqandin.

Li gorî agahiyên destpêkê di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Herwiha ji ber teqînê zerer gihîşt avahiyên û dikanên derdorê.

Hat zanîn tevahî rêyên têketin û derketina ji bajêr hatine girtin.

Heta niha kes an jî aliyekî berpirsyariya teqînê hilnedaye ser xwe.

Navenda Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Adara 2018an ji aliyên hêzên Tirkiye û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ve hatibû dagirkirin.