Bi bavê xwe re çûn avdanê: Zap bû gora du xwişkan

Hewlêr (Rûdaw) – Bavek û zarokên xwe çûn avdanê lê du keçên wî di Zapê de xeniqîn.

Vê bûyera dilşewat li qezaya Herîrê ya Hewlêrê li kêleka Çemê Zapê rû da.

Bav û 3 keç û kurekî xwe ji bo avdaniyê çûn nav zeviya xwe.

Piştî ku karê wan xelas bû, her 4 zarokan xwe berda kêleka Zapê.

Zarok bi hêviya kêliyên xweş ketin Zapê lê termên wan bi ser mala wan de vegeriyan.

Xwişkek ji wan bi nav avê de gelekî çûye û her du xwişkên din jî li pey çûne.

Paşê yekê ji wan xwe ji Zapê xelas kiriye le ava boş bûye goristana her du xwişkên din.

Rayedar gelek caran hişyariyan didin ku Zap ji bo sobaniyê nabe û divê kes nekeviyê.