Li Kerboranê Sûka Suryaniyan tê nûjenkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kerboranê ya parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, Sûka Suryaniyan a 400 salî tê nûjenkirin.

Şaredariya Kerboranê û Rêveberiya Şûnwarên Dîrokî ya Amedê ji bo restorasyona Sûka Suryaniyan a dîrokî "Projeya Nûkirina Sûka Dîrokî" amade kir û proje li ber bidawîbûnê ye.

Sûk li ser Kolana Sefayê ye û lê 65 dikan hene.

Li gorî planê, kar û barên nûjenkirinê dê heta 2 hefteyan bidomin û dikanên nûjenkirî dê radestî xwediyên wan bên kirin û bazar dê vebe.

Birêvebirê Çand û Geştyariyê yê Mêrdînê Ayhan Gok li Sûka Suryaniyan a dîrokî geriya û xebatên restorasyonê li cihê wan dîtin.

65 dikan hatine nûjenkirin

Ayhan Gok jî da zanîn ku 65 dikan hatine nûjenkirin û wiha got:

“Bi heman awayî karên ronahîkirinê hatin kirin. Ev karên li vê sûkê di nav sal û nîvekê de li gorî orjînalê wan hatin kirin.

Dema ev dikan tijî bûn û tevgerê dest pê kir dê sûda wê ji bo geştyariya Kerboranê hebe.

Mirov tenê ji bo dîtina wê jî dê vê derê ziyaret bikin.

Bi taybetî eger dikandar li vê derê li ser karên destî yên hunera kevneşopî û berhemên kevneşopî kar bikin dê ev sûk bigihêje asteke baş.”