MINBIC - Şerê HSD û çekdaran: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Minbicê yê li bakurê Sûriyeyê di navbera HSD û çekdarên Tirkiyeyê de şer û pevçûnan rû da.

2 çekdar hatin kuştin, 2 jî hatin birîndarkirin û birînên wan giran in.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku pevçûnan li çoltera Minbicê rû daye.

SOHRê da zanîn ku piştî zêdebûna girjiyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên di kontrola Tirkiyeyê de şer û pevçûnan rû daye.

Li gorî heman çavkaniyê, 2 çekdarên çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve hatinE kuştin û 2 jî bi giranî hatine birîndarkirin.

Her wiha şervanek û 2 sivîl jî birîndar bûne.

Minbic li cihekî stratejîk E û Heleb, Reqa û Rojavayê Kurdistanê digihîne hev.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan sala 2022yan gef xwaribû ku ew dê êrişê Minbicê bikin.

Tirkiye ji sala 2016an ve êrişî Rojavayê Kurdistanê dike û Efrin, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kirine.