Nasnameyên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin

2 demjimêr berê
Nîşan HPG Gerîla Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 3 gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, her sê gerîlayan 17ê Adara 2024an canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku nasnameyên her sê gerîlayan bi vî rengî ne:

Rosîda Mêrdîn: Navê wê yê fermî Emîne Demîr ye û ew ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye.

Mazlûm Dogan: Navê wî yê fermî Besam Alî ye û ew ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

Berxwedan Qamişlo: Navê wî yê fermî Amîr Ahmed El Casim e û ew ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye.

HPGyê diyar kir ku her sê gerîlayan di “Berxwedan 17ê Adara 2024an” de canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya HPGyê de hat diyarkirin ku her sê gerîlayan li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye û hat gotin:

“Hevrêyên me Rosîda, Mazlûm û Berxwedan têkoşîna azadiyê radestî me kir û bi têgihiştineke hêjayî wan bin, em dê têkoşînê mezintir bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst