Baroya Amedê piştî 7 salan çû serdana parêzgar

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Amedê Nahit Eren û endamên Lijneya Rêvebiriyê çûn serdana parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu.

Baroya Amedê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxiyaniyek belav kir.

Baroya Amedê got, “Serokê Baroya me û endamên Lijneya Rêvebiriyê çûn serdana Parêzgerê Amedê Murat Zorluoglu.”

Li aliyên din, Parêzgariya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu Serokê Baroya Amedê Nahit Eren û endamên Lijneya Rêvebiriyê qebûl kiriye.

Piştî 7 salan cara yekem e ku Baroya Amedê diçe serdana Parêzgariya Amedê û ji aliyê parêzgar Murat Zorluoglu ve hatin pêşwazîkirin.