Baroya Amedê derbarê lêkolîna şewata li Amed û Mêrdînê giliyê şandeyê kir

43 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Baroya Amedê Şewat Mêrdîn Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê ragihand ku wan derbarê rapora şandeya lêkolîna agirê li navçeya Çinar û Şemrexê de ku 15 kesan canê xwe ji dest dabû gilî kiriye.

Baroya Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku şandeya lêkolîna agirê li navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdênê di raporê de gotiye:

“Ne pêkane mirov tespît bike ku agir ji ber elektrîkê derketiye” û wan jî li ser vê yekê ew şande li Serokatiya Desteya Herêmê ya Biryarê a Pispor gilî kirine.

Heriwha Baroha Amedê diyar kir ku rapora hatiye pêşkêşkirin ji pîvanên pisporiyê dûr in.

20ê Hezîrana 2024an li navçeya Çinar ya Amedê û li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê agir bi zeviyê ketibû û di encam de 15 kesan canê xwe ji dest dabû û zerareke zêde ya madî çêbûbû.

Herwiha li gorî welatî û çend şandeyên lêkolînê agir ji ber çirûska têlên elektrîkê derketibû û kompanyaya elektrîkê DEDAŞê wekî berpirsiyar hatibû dîtin.

Ji wê demê heta niha derbarê sedema agir de lêkolîn û lêpirsîn berdewam in.

Li gorî daxuyaniya Baroya Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Çinarê de şandeya pispor 14ê Tebaxê ji bo dosyeyê raporek pêşkêş kiribû.

Şandeyê di raporê de gotibû “Sedema agir nehatiye tespîtkirin û ne pêkane bê tespîtkirin ku agir ji ber elektrîkê derketiye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst