Bi cilên leşkerî bi ser malê de girtin: Ji heman malbatê 6 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Selahedînê hinek kesên bi çek bi ser malekê de girt û ji heman malbatê 6 kes kuştin.

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê bi tohmeta kuştina wê malbatê 7 kes girtin.

Şêwirmendê Karûbarên Ewlehiyê yê Parêzgarê Selahedînê Kawe Şêxanî li ser mijarê ji Rûdawê re ragihand ku bûyer îro berê sibehê çêbûye.

Kawe Şêxanî da zanîn ku çekdarên bi unîformayên leşkerî li nahiyeya Ebasiyê ya navçeya Samarayê avêt ser malekê û hemû endamên malbatê kuştine.

Navên kesên ku hatine kuştin wiha ne: Dêya zarokan Rebac Ednan Husên (36), Ezher Cemal Elî (18), Esmehan Cemal Elî (16), Eyser Cemal Elî (14), Heyder Cemal Elî (10) û Nûredîn Cemal Elî (9).

Herwiha Kawe Şêxanî got,”Di sala 2021ê de jî  bav û kalê zarokan ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.”

Li aliyê din Kawe Şêxanî diyar kir ku her 7 kesên ku hatine girtin jî ji nahiyeya Ebasiyeyê ne.

Nahiyaya Ebasiyeyê ya Selahedînê bi giranî sunî ne û hemû endamên malbata ku hatine kuştin ji heman mezhebê ne.