Soran - Agirê Çiyayê Zozikê nayê kontrolkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî nîvro li Çiyayê Zozikê yê navçeya Soranê ya Hewlêrê şewat derket û 6 saet in agir nehatiye kontrolkirin.

Li Çiyayê Zozikê yê Îdareya Serbixwe ya Soranê saet derdora 13:30an şewateke mezin derket.

Bi dehan karmendên Parastina sivîlan a Soranê û welatî ji bo vemirandinê dixebitin.

Berdevkê Parastina sivîlan a Soranê Raîd Rewend Mexdîd li ser şewatê ji Rûdawê re axivî.

Raîd Rewend Mexdîd got, “Îro saet di 15.30an de agirekî mezin bi Çiyayê Zozkê ket.

Zêdetirî 50 karmend, 8 efser û şêniyên herêmê ji bo vemirandina agir dixebitin.

Sedema derketina agir hê jî nayê zanîn û heta niha agir nehatiye kontrolkirin."

Herwiha Berdevkê Parastina sivîlan a Soranê Raîd Rewend Mexdîd got:

"Me çend tîmên din ji Polîsên Daristan û Jîngehê lê zêde kirin, lê belê mezinahiya şewatê û qada ku şewat lê belav bûye zêde ye.

Herwiha nebûna rêyên otomobîlan ji ku otomobîlên me bigihêjin cihê bûyerê kar dijwartir kiriye."

Çiyayê Zozkê çiyayekî Başûrê Kurdistanê ye û girêdayî navçeya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê ye.

Çend gund li quntara Çiyayê Zozikê hene ku ew jî ev in: Bersirîn, Sîtkan, Giwan, Berzêwe Badilyan, Kewrîn û Dêlziyan.