Devlet Bahçelî li ser DEM Partiyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî pêşniyar kir ku mûçeyê 57 parlamenterên DEM Partiyê û alîkariya xezîneyê bo heman partiyê bê birîn.

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî derbarê DEM Partiyê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Devlet Bahçelî di daxuyaniya xwe de got, “Li parlamentoyê 57 parlamenterên DEM Partiyê hene ku milîsên PKKyê ne.

Di sala 2024an de ew partî nêzîkî 658 milyon lîre dê alîkariya xezîneyê wergire û ligel mûçeyan dighêje heta 940 milyon lîreyî.

Ew kesê ku dibêje -divê ev dewlet bê hilweşandin- jî parlamenterê TÎPê ye ku di kontenjana DEM Partiyê de bû. Ji dewleta ku jê re xeberan dide mûçe werdigire.”

Bahçelî xwest ku ev pere ji malbatên leşkerên ku hatine kuştin re were dayîn.

Bahçelî li ser rexneyên ji bo Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku di serdana xwe ya Amerikayê de çend firoke bi kar anîbûn de jî got:

“Yên ku vî tiştî dikin şebekeya teror û îxanetê ye û bi armanca provakasyonê dikin.”

Statuya Dadgeha Destûrê

Li aliyê din Serokê MHPyê li ser Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê jî pêşniyar girtina wê kir û got:

“Pêşniyara min ew e ku di pêvajoya destûra nû de rewşa Dadgeha Destûra Bingehîn, endametî û prosedurên darizandinê bi awayekî radîkal were sererastkirin an jî ev dadgeh were girtin.”