Sedî Pîre: Piştî du salan dê yekî Ereb bibe parêzgarê Kerkûkê

3 demjimêr berê
Sedî Pîre / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Sedî Pîre / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk YNK Kurd Ereb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre da zanîn ku dê piştî du salan hemû postên Kerkûkê biguherin.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre beşdarî bernameya Rûdawa Îro bû li ser Kerkûkê agahiyên girîng dan.

Sedî Ehmed Pîre diyar kir ku “Peymana Kerkûkê” ji 2 sitûnan pêk tê û piştî 2 salan dê hemû postên her du sitûnan biguherin.

“Parêzgarî dê bikeve destê Ereban”

Berdevkê YNKyê rexneyên ku dibêjin “wan ji bo postê parêzgariyê gelek post feda kirine” red kirin û got:

“Ew gotegot ne rast in ku dibêjin me gelek postên li Kerkûkê kirine fedayî posta parêzgariyê.

Payman li ser bingeha 2 sitûnên cuda hatiye kirin.

Sitûnek ji wan ji Parêzgar û hinek postan pêk tê û sitûna duyem jî ji Serokê Meclisa bajêr û hinek postên din pêk tê.

Dema 2 salên din posta Parêzgariyê Kerkûkê radestî Ereban hat kirin dê hemû sitûn bi tevahî biguherin.

Wê demê dê posta Serokatiya Meclisa Bajêr û ew hemû postên ku niha di destên Ereban de bikevin destê Kurdan.”

Em amade ne

Sedî Ehmed Pîre diyar kir ku YNK amade ye ku bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hemû rêkeftinan bike û wan wekî nîşaneya nêtpakiyê jî seriyek daye şaxa PDKyê ya li Kerkûkê.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) diyar kir ku divabû yekî ji nav Meclisa Bajêr bibûya parêzgar û wan jî Rêbiwar Taha destnîşan kiriye.

Li gorî gotina Sedî Pîre, heke wan navekî li derveyî Meclisa Bajê hilbijarta dê ew kes Aso Mamendî bûya.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

Di vê civînê de Endamê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê û endamê Koalîsyona Ereban (Siyade) Mihemed Hafiz jî bû Serokê Meclisa Bajêr.

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd 13ê Tebaxê mazbataya Parêzgarê Kerkûkê da Rêbiwar Taha.

Rêbiwar Taha 14ê Tebaxê li Dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwar û dest bi karê xwe kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst