Li Dêrsimê çalakiya karkeran: Xwediyê kar xelkê mexdûr dike

21-08-2023
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Karker FEDAŞ
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê çalakiya karkerên Kompanya Xizmetên Elektrîkê ya Firatê (FEDAŞ) berdewam e.

Karkerên FEDAŞê li ber avahiya kompanyayê şertên kar û mûçeyên kêm protesto dikin.

Çalakiya "kêmxêbatê" ya karkeran ku wan bi daxwaza sivikkirina şertên kar û zêdekirina mûçeyan 9ê Tebaxê daye destpêkirin, berdewam e.

Malbatên karkeran jî piştgiriyê didin wan. 

Karker dibêjin li hemberî karê zehmet ew heqdestê pêwîst wernagrin û nikarin dawiya mehê bînin û daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe dikin.

Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên bajêr jî bi serdanên xwe piştgiriyê didin çalakiya karkeran. 

FEDAŞê heta niha bersiva daxwazên karkeran nedaye û bi ser de derbarê wan de karên yasayî dane destpêkirin.

Li Dêrsim û navçeyên wê 100 karkerên kompanya belavkirina elektrîkê hene û 14 hezar lîre mûçe werdigirin.

Karker dibêjin heta mûçeyê wan neyê zêdekirin dê çalakiya xwe berdewam bikin.

"Bi wan re ti hevdîtinê nake"

Derbarê mijarê de Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Enerjiyê ya Şaxa Dêrsimê Emin Adsiz ji Rûdawê re got:

“Biryar bû îro hevdîtina me û xwediyê kar çêbibe lê mixabin roja înê bi agahiya deqîqeya dawî xwediyê kar telefonî me kir û ji me re ragihand, derbarê karkerên Firat Aksayê de karên yasayî dane destpêkirin û ji îro pê de bi wan re ti hevdîtinê nake.

Karkerên Firat Aksayê ji bo ku xelk mexdûr nebe midaxeleyî hemû karên bilez dikin û wan fedekariyeke mezin nîşan da.

Piştî hevdîtinê, xwediyê kar hemû mifteyên otomobîlên li vê derê ji hevalan wergirtin û ji ber vê yekê xelk mexdûr dibe.

"Em ji bo lihevkirinê li vê derê ne"

Ew wiha nîşan dide ku qaşo sedema vê mexdûriyetê em in û xelk û karkeran tîne rûbirûyî hev.

Me hem ji xelkê û hem jî ji muxtarê gundan re got ku sedema pirsgirêkê xwediyê kar e û em amade ne li hev bikin û em ji bo lihevkirinê li vê derê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst