ŞIRNEX - Germahiyê 40 pile derbas kir: Ciwanan di ava Hizîlê de govend gerand

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê welatiyên ji ber germahiya zêde aciz dibin dawiya hefteyê diçin Çemê Hizîlê yê av û hewaya wî hênik e.

Ji ber germahiya zêde ya ku li navenda Şirnexê 40, li Silopiyayê 43 û li Cizîrê 47 pile ye, welatî ji neçarî berê xwe didin cihên sih û bi hênik.

Şirnexiyên dixwazin ji dawiya hefteyê sûdê wergirin, diçin devera Heftboriyê ya Çemê Hezîlê.

Çemê Hizîlê 10 kîlometre dûrî bajarokê Sêgirikê yê Qilabanê ye.

Malbatên ku diçin qeraxên çem ji xwe re dikevin avê û herwiha seyranê dikin.

Herwiha hinek kes di nav ava Çemê Hizîlê de ne tenê avjeniyê dikin, ew carinan di nav avê de li ber muzîkê govendê jî digerînin.

Wênegîr Ayhan Babat got ew bi dronê wêne û vîdeoyên herêmê digire û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve dike.

“Bila her kes çopa xwe bibe”

Ayhan Babat diyar kir ku ji bo seyranê çûne Heftboriyê û got:

“Em bi dronê hem wêne û hem jî vîdeoyan digirin û li hesabên xwe yên medyaya civakî de parve dikin. Daxwaza min ew e ku ew kesên tên li vir seyranê bila çopa xwe bibin û li vir nehêlin. Ji ber agir pêketina daran bila agirê xwe yê vê derê vemirînin û wisa ji vir herin."

"Hewaya vê derê xweş e"

Welatî Ayşe Yaldizê jî got ew çûne seyranê û wiha dewam kir:

"Em li ber klîmayê jî nikarin bisekinin. Em ji Şirnexê derketin hatin vir. Germ e û hewa ser 40 pîleyî re ye, gelekî germ e. 

Li vir hewayeke gelekî xweş heye û hewa temîz e. Me seyrana xwe kir, me xwe xist avê. Zarokên me ketin avê. Bêhna me derket."

Welatî Yusuf Durak jî got germa Şirnexê ji 40 pileyî derbas dike lê li vir hewa hênik e û wiha axivî:

"Li vir 25 pile germahî heye. Xweş e. Ava vê derê cemidî ye. Gelekî xweş e. Ez pêşniyarî hemû kesî dikim bila bên vê derê."