HSDyê berpirsekî DAIŞê girt: Wî teqemenî û belgeyên sexte çêdikirin

21-08-2023
RÛDAW
Nîşan HSD DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDyê berpirsê şaneyeke DAIŞê girtiye ku pêwendiya wî bi emîrên DAIŞê re hebûye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan roja şemiyê berpirsê şaneyeke DAIŞê girtiye.

HSDyê diyar kir ku ew berpirsê DAIŞê di veguhestina teqemeniyan de xwedî roleke mezin bûye.

Herwiha wî berpirsî belgenameyên sexte ji malbatên DAIŞê yên li nav Kampa Holê re amade dikiriye û digihandiye wan.

Hêzên HSDyê herwiha dest daniye ser çend belgename û tomarên dengî.

Ew tiştên ku bi dest xistine jî pêwendiya wî kesî ya bi çekdar û emîrên DAIŞê yên li Serê Kaniyê re eşkere dike.

Ew berpirsê DAIŞê li navçeya El-Izbeyê ya rojhilatê Dêrezorê, bi alîkariya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst