Li Wanê bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan 5 kes hatin girtin

21-08-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Qaçaxçîtiya Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan 5 kes hatin girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand, xebatên rêgirîkirina koçberên neyasayî berdewam in.

Di çarçoveya xebatên rêgirîkirina koçberên neyasayî de di navbera 14-20ê Tebaxa 2023yan de operasyon hatin kirin.

Di operasyonan de bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan 6 kes hatin desteserkirin û ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê.

Piştî karên îfade wergirtinê 6 kes birin Dadgeha Wanê.

Dadgehê derbarê 5 kesan de biryara girtinê da û kesek jî bi şertên kontrola edlî hat berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst