Li Rihayê qeza: Kesek mir û 3 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bêrecûka navçeya Rihayê wesayîta nîvticarî li traktorê qelibî, kesek mir û 3 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Riha û Dîlokê wesayîta nîvtîcarî ya ku plaqeya wê 80 ACN 244 e û navê şoforê wê ne diyar e, li traktoreke ku navê şofêrê wê û plaqeya wê ne diyar e, qelibî.

Di qezayê de Halîde G., Fethî G., Abdullah B. û Salîha B. birîndar bûn.

Ambulansê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Salîha B. tevî hemî mudaxeleyan jî xelas nebû.