KOBANÎ - Rêveberiya Xweser dest bi dabeşkirina mazotê kir

21-08-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Mazot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dest bi dabeşkirina mazota germkirinê kir.

Hevseroka Rêveberiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Feratê Sedîqa Hessaniyê ragihand ku Rêveberiya Sotemeniyê, li Herêma Ferat û Kobaniyê dest bi dabeşkirina dermaleya mazota germkirinê kiriye.

Herwiha Sedîqa Hessaniyê got ku belavkirina mazotê dê li gorî kartên lazerî be ku hejmara wan gihîştiye derdora 6 hezaran û qebareya her kartekê 300 lître mazot e.

Li gorî Hessaniyê dê belavkirina mazotê heta Sibata 2024an berdewam bike.

Her bi gotina Hevseroka Rêvebeirya Sotemeniyê, dermaleya xaza malan a ji bo welatiyan jî li gorî planeke mehane bi rê ve diçe.

Di heman çarçoveyê de 10 hezar û 697 kartên leyzerî ji bo çandiniyê hatine dabeşkirin.

Herwiha hezar û 895 kart ji bo pîşesaziyê hatine dayîn.

Li aliyê din, ji destpêka 2023yan heta niha, 34 hezar û 118 kartên leyzerî jî  ji bo otomobîl û amûrên çûn û hatinê, hatine dabeşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst