Li Mêrdîn û Rihayê qeza: 11 kes birîndar bûn

21-08-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Riha Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya Rihayê du otomobîl li hev qelibîn û 7 kes birîndar bûn. Li Mêrdînê jî di bûyera trafîkê de 4 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Riha-Dîlokê li devera Yanalobayê du otomobîlên ku nasnameya şofêrên wan nehatiye zanîn li hev ketin.

Di qezayê de 7 kesên ku di otomobîlan de birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û hat gotin ku rewşa wan baş e.

Li Mêrdînê 4 birîndar

Li ser rêbeja Nisêbîn-Cizîrê 2 otomobîlên ku plaqeya wan û şofêrên wan hêj nehatine zanîn li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de Hediye C. (62), Şukran Y. (23), Guneş C. (8) û Halîl Îbrahîm C. (13) birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir