Li Rihayê 3 barhilgir xorakên dema wan bi ser de çûbû hatin jinavbirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyubiyê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 3 barhilgir berhemên xorakê yên dîroka bikaranîna wan bi ser de çûbû, hatin jinavbirin.

Şaredariya Eyubiyê ragihand, xebatên zabitayan ji bo tendirustiya xelkê berdewam in. Di çarçoveya xebatên rêgirîkirina firotina berhemên dema wan bi ser de çûyî, li market û dûkanan pişkînin hat kirin.

Li taxa Yeniceyê di embara xorakfiroşekî de tonek şekirê zarokan, 600 kîlo dendik, 550 paket loqum, 240 paket zeytûn û 15 hezar tozên çerezan bi temamî 3 barhilgir xorakên ku etîketên wan ê dîroka bikaranînê hatibû guhertin, hat girtin.

3 barhilgir berhemên ku dema wan a bikaranînê bi ser çûbû, ji aliyê zabitayên şaredariyê ve hatin jinavbirin.

Tîmên şaredariyê bang li welatiyan kirin, eger berhemên dîroka bikar anîna wan bi ser de çûye bibînin, şaredariyê agahdar bikin. Derbarê kompanya xorakê de lêpirsîn hat destpêkirin.