Li Wanê du welatiyan bi alkola sexte canê xwe ji dest dan

21-08-2022
RÛDAW
Nîşan Wan Alkola Sexte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê du welatiyan ji ber vexwarina alkola sexte canê xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Polîsên Wanê ku îro Yekşemê 21ê Tebaxa 2022ê hatiye belavkirin, ji heşt welatiyên ku roja 19ê Tebaxê ji ber vexwarina alkola sexte bi jehrî ketibûn û bo Nexweşxaneya Wanê hatibûn veguhestin, du kesan ji wan canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya Rêveberiya Polîsan de tê gotin ku di çarçoveya lêkolînên derbarê mijarê de, tedbîr li beramber tohmetbarekî hatine wergirtin ku ew bi xwe jî ji ber heman sedemê li nexweşxaneyê hatiye razandin.

Di encama pişkinînan de derketiye ku ew heşt welatiyên bi jehrî ketine, alkola sexte vexwarine ku li derveyî parêzgeha Wanê hatiye berhemanîn. Ji ber vexwarina alkola sexte du welatiyan canê xwe ji dest dane û şeş welatiyên din li Nexweşxaneya Wanê di jêr çavdêriya pizîşkî de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst