Hêzên dijî Talîbanê li bakurê Efxanistanê sê navçe kontrol kirin

21-08-2021
RÛDAW
Nîşan Talîban Efxanistan Pençşîr Ehmed Mesûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên li dijî Tevgera Talîbanên ên li bakurê Efxanistanê dibêjin wan sê bajarên li nêzîkî Geliyê Pençşîrê kontrol kirine. Ew nûçe di demê kê de ye ku hejmareka hêzên hikûmetê û grûpên din ên çekdar çend roj pêştir sînor derbaz kirine û dibêjin ew rêzên xwe li wir dikin yek.

Wezîrê Berevaniyê yê Efxanostanê yê di heyma Eşerf Xenî de îro Şemiyê 21ê Tebaxa 2021ê di twîteke xwe de got ku hêzên wan bajarên De Salih, Benu û Pil Hisaryan  ên li bakurê navçeya Bexlanî bakurê  Pençşîrê kontrol kirine.

Medyaya Efxanistanê jî ji zarê berpirsên navçeyê belav kirine ku şer û pevçûnên tund li wan navçeyan qewimîne û hejmareke zêde kuştî û birîndar hene. Lê heta niha Talîbanê derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

Cîgirê serokê berê yê Efxanistanê Eşre Xenî yê bi navê Emrullah Salih, Ehmed Mesûd, kurê Ehmed Şah Mesûd ê serkirdeyê berê kesên diyar ên li Pençşîrê ne û dibêjin dê şerê Talîbanê bikin.

Kesên nêzîkî Ehmed Mesûd diyar dikin ku derdora 6 hezar çekdar li deverê kom bûne, hinek ji wan leşkerên artêşa welat in, hinek jî endamên hêzên taybet ên artêşê ne û hejmarek jî ji komên cuda ên çekdar in.

Ew didin xuyakirin ku çend helîkopter û otomobîlên leşkerî yên wan hene û dest bi temîrkirina wan kirine ku ji dema şerê Sovyetê mane.

Şer û pevçûn li wê deverê di demekê de ye ku li Kabul û hin bajarên rojhilatê wî welatî xwepêşandan hene û xwepêşander ala sor û şîn û reş a Efxanistanê bilind dikin, lê xuya ye peywendîyeke girîng di navbera her du hêzan de tune ye.  

Lê belê dîplomatên biyanî di wê baweriyê de nen ku mîlîtan nikarin beşek ji Efxanistanê kontrol bikin, ji ber kêmbûna çek û alavên leşkerî û amadebûna civata navnetewî ji bo piştgirîya wan.

Ehmed Mesûd, kurê Ehmed Şah Mesûdê serkirdeyê berê yê Afganistanê ye ku di  9ê Îlona 2001ê de bi destê rêxistina El Qaîdeyê hat kuştin. Beriya niha hatibû destnîşankirin, bi hezaran serbaz û fermanderên Efxanistanê çûne devera Pencşîrê li Efxanistanê ji bo li dijî Talîbanê dest bi serhildanekê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst