Bavê Figen Yuksekdag koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Murat Yuksekdag ê n bavê hevseroka berê ya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Figen Yuksekdag koça dawî kir.

Li gor agahiyan bavê Figen Yuksegdag, Murat Yuksekdag li mala xwe ya  li navçeya Ceyhanê  krîza dil derbas kiriye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin. Lê tevî hewldanan Murat Yuksegdag li Nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhanê canê xwe ji dest daye.

Hate ragihandin ku termê Murat Yuksekdag niha li nexweşxaneyê di beşa morgê de tê ragirtin.

Hevseroka berê ya HDPê Figen Yuksekdag ji 4ê Mijdara 214an ve di girtîgehê de ye.