Dije Teror û Hevpeymanan li Hewlêrê şaneyeke DAIŞê desteser kirin

21-08-2020
RÛDAW
Karmendekî Dije Teror (Wêne: Dije Terora Kurdistanê)
Karmendekî Dije Teror (Wêne: Dije Terora Kurdistanê)
Nîşan Dije Terora Kurdistanê Hevpeyman Myles Caggins
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Myles Caggins ragihand ku roja 20ê vê mehê tîmeke ji Rêveberiya Dije Terora Kurdistanê bi piştevaniya hêzên taybet ên Hevpeymanan, karîn şaneyek razayî ya DAIŞê li Hewlêrê desteser bikin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê amaje bi wê jî kir, wan bi biryara dadgehê kar encam dane û diyar kir ku ew kesên hatine desteser kirin şaneyeke razayî ya DAIŞê bûne.

Myles Caggins ji Bexdayê beşdarî bultena Koroj a Rûdawê bû û û her çiqas berî niha behsa şaneyekê hatibe kirin jî Caggins doyar kir, “terorîstek hatiye desteserkirin.”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê zanyariyên zêdetir derbarê wî “terorîstî” de nedan, ji ber ku bi gotina wî lêkolîna wan berdewam e û got, ew “ terorîst derdora Hewlêrê hatiye desteserkirin, ji ber ku li gor DAIŞê ew navçe selamet in.”

Li gor gotina Myles Caggins, ew çekdarê ku hatiye desteserkirin, kesekî asayî nîne û “kesekî girîn e, berpirsê hemahengîkirina pere, çek û hatinûçûna çekdarên DAIŞê bûye li nav Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst