Palo di helbestên xwe de behsa hemû deverên Kurdistanê dike

21-08-2020
Besam Mistefa
Mela Ehmedê Palo di berhema xwe de xwedî felsefe û cîhanbîniyeke kûr e
Mela Ehmedê Palo di berhema xwe de xwedî felsefe û cîhanbîniyeke kûr e
Nîşan Mela Ehmedê Palo Helbestvanê Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mela Ehmedê Palo di warê hûnandina helbestê de xwedî şêwazeke taybet bû. Her çiqasî teşeya helbesta wî klasîk jî be, lê naveroka wê cihêreng û nûjen e. Zimanê wî bihêz, kûr û herikbar e. Wêneyên wî yên şiîrî jî cuda û balkêş in.

Bi taybetî, Ehmedê Palo di berhema xwe ya bi navê “Dewr û Gera Kurdistanê” de, bi rêya geşt û rêwîtiyeke xeyalî li her çar parçeyên Kurdistanê digere. Helbestên qeşeng li ser gund, robar, şax, çiya û bajarên Kurdistanê dinivîse. Li gelek cihan jî koka navên wan gund û bajaran şîrove û zelal dike.

Palo di berhema xwe de xwedî felsefe û cîhanbîniyeke kûr e, ku hîmê wê li ser hezkirina welat û parastina axa wî hatiye avakirin. Bi rêya hozanên xwe yên astbilind wek: Firat, Ararat, Amed, Mihabad, Mêrdîn, Cizîr û hin cihên din, Palo dixwaze peyameke giranbiha bigihîne xwîner û miletê xwe, ku ew jî çandina tovên hezkirina ax, welat û milet e. Herwiha rizgarbûn û derketina ji bin nîrên neyar û koledaran e.

Palo di dawiya berhema xwe de, bi rêya helbesta xwe ya dawî, armanca xwe ya afirandina vê berhemê, herwiha peyama xwe ya pîroz bi awayekî zelaltir tîne zimên û dibêje:            

Gund bi gund û êl bi êla şar û bajarê welat

Berçem û derya û pêla berqef û koh û kelat

Ez dibînim bêheval in, der cihanê dîl û jar

Zarezar û nalenal in, bêtebat û bêhedar

Mane bin destê neyara bêcih û bêdewlet in

Dûv û destê koledara tev ji dûrî rêketin

Hê sedî min yek negotî tiştê ku dîtin welat

Can û cergê min disotî mame bêkar û xebat

Helbestvanê Kurd Mela Ehmedê Palo sala 1920an li devera Palo li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûbû. Lê di temenekî biçûk de çûbû Rojavayê Kurdistanê û tevahiya jiyana xwe li wir derbas kiribû û di sala 1991an de li Qamişlo koça dawî kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst