Parêzerê Selahedîn Demîrtaş koça dawî kir

21-08-2020
RÛDAW
Nîşan Hasan Tahsîn Kaya Selahedîn Demîrtaş HDP Parêzerê Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hasan Tahsîn Kaya, parêzerê Selahedîn Demîrtaş, îro li Nexweşxaneya Zanîngeha Trakyayê koça dawî kir.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ku li zindana bajarê Edîrnê girtî ye li hejmara xwe Twitterê aşkere kir ku Hasan Tahsîn Kaya ku yek ji parêzerên wî bû bi sedema celteya dil koça dawî kiriye.

Demîrtaş di wê twîtta xwe de xemgîniya xwe derbirî û serxweşî li kesûkarên Hasan Tahsîn Kaya kir û got, “Em keda te qet jibîr nakin.”

Serokê Baroya Edîrnê Alper Pinar jî bi boneya koça dawî ya Kaya peyamek belav kir û serxweşî li malbat û kesûkarên wî kir.

Rêxistina Edîrnê ya HDPê jî di di peyamekê de got, “Hasan Tahsîn Kaya, yek ji parêzerên Hevserokê me yê berê Selahedîn Demîrtaş, îro di demjimêrên sibehê de koça dawî kir” û serxweşî li kesûkarên Kaya kir.

Beşîr Belke, Serokê Rêxistina Edîrnê ya HDPê amaje bi wê kir ku Hasan Tahsîn Selahedîn Kaya ji sala 2018an ve parêzeriya Demîrtaş dikir û got ku 2 sal bû her hefte serdana Demîrtaş dikir.

Serokê Baroya Edîrnê Alper Pinar diyar kir ku termê Kaya ku temenê wî 43 sal bûn, dê sibê, 22.08.2020, demjimêr 15.00, li Goristana Bedîuzzeman a Rihayê bi xakê bê spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst