Qeyûmê Wanê meclîsa şaredariyê hilweşand

21-08-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye HDP Şaredarî Amed Wan Mêrdîn CHP Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî destnîşankirina parêzgarê Wanê Mehmet Emin Bilmez wek qeyûm li şûna Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, wî meclîsa şaredariyê hilweşand.

 

Piştî biryara dûrxistina Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve û li şûna wê Mehmet Emin Bilmez wek qeyûm hat danîn, Bilmez biryara betalkirina meclîsa şaredariyê derxist.

 

Qeyûm biryara betalkirina meclîsa şaredariyê, bi awayekî nivîskî ji endamên meclîsê re şand.

 

Herwiha 12 serokên yekîneyan û hejmareke zêde ya rêvbir û sekreterên giştî jî ji kar hatine dûrxistin.

 

Meclîsa Şaredariya Wanê  71 endamên wê hebûn, 44 endamên meclîsê yên HDPê û 27 endamên meclîsê jî yên AK Partiyê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst