Eker: Divê tevahiya misilmanan tifaq û biratiya xwe biparêzin

Amed (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê û cîgirê berê yê serokê giştî yê wê partiyê piştî civîna cejna Qurbanê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ragihand, ku bi hatina vê cejnê re divê tevahiya misilmanan bi tifaq bin û rêzê li hev bigrin û biratiya xwe biparêzin.


Îro bi beşdariya gelek rayedarên hikûmeta Tirkiyê û bi beşdariya hin nûnerên rêxistinên civaka sivîl, bi helkevta cejna Qurbanê civînek hat lidarxistin.


Piştî civînê Mehdî Eker di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, , ku bi hatina vê cejnê re divê tevahiya misilmanan bi tifaq bin û biratiya xwe biparêzin.


Mehdî Eker herwiha hêvî kir, ku cejna Qurbanê “bibe sedema xêr û bereketê, aramî û aştiyê bo hemû cîhana îslamê” û herwiha bibe sedemek bo “xurtbûna têkoşna li hember Amerîkayê û kesên ku dixwazin zirarê bigihînin misilmanan.”

 

Eker herwiha diyar kir, ku ew dê di bin serokatiya Recep Tayyip Erdogan Tirkiyê de tifaq û biratiya navbera misilmanan de bihzêtir bikin û Tirkiyê ber bi qonaxeke baştir ve bibin.

 

Îro yekemîn roja cejna Qurbanê li cîhana îsalmî ye û misilmanên her çar aliyên cîhanê bi germî pêşwazî li vê cejna xwe ya ayînî kirin.