Firokeyên şer herêma Biradost bombebaran dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên şer ên Tirkiyê çend gundên sînorê herêma Biradost a ser bi bajarokê Sîdekan a navçeya Soran a Hewlêrê bombebaran kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Îşev (21-08-2018) firokeyên şer ên Tirkiyê bi tundî gundên Şekêw, Malemela, Robî Gula û herwiha Girê Şivan, Xakurk, Geliyê Reş û Geliyê Xakurkê bombebaran kirin.

 

Li gorî gotina peyamnêrên me ew gundên hatine bombebarankirin ne avadankirî ne û herwiha da zanîn, ku ti ziyaneke canî nebûye.

 

Artêşa Tirkiyê ji dawiya baharê ve li herêma Biradost li dijî endamên PKKê operasyonan lidar dixe û bi vê armancê jî nêzîkî 30 kîlometreyan hatibûne nav axa Başûrê Kurdistanê.

 

Herwiha artêşa Tirkiyê jî bi hêceta hebûna PKKê gelek caran çiya û baniyên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.