KIRMAŞAN - Di salekê de 645 zarokên keç hatine zewicandin

Navenda Nûçeyan - Rêveberiya Karûbarên Jinan û Malbatan li parêzgeha Kirmaşanê di raportekê de ragihand, ku sala derbasbûyî li wê parêzgehê 645 zarokên keç ên li jêr temenê 10 salî heta 14 saliyê hatine zewicandin.


Her li gor wê raportê, sala derbasbûyî 635 keçên temenê wan di navbera 10 heta 14 saliyê de hatine zewicandin û 35 keçên din jî her di wî temenî de telaq wergirtine û ji mêrên xwe cuda bûne.

 

Herwiha di heman raportê de hatiye gotin, ku di heyama sala bihorî de 10 zarokên keç ên ku temenê wan li jêr 10 saliyê bûne, li sînorê parêzgeha Kirmaşanê hatine zewicandin.

 

Li gorî yasayên Îranê, bi şûdana (zewicandina) keçan di 13 saliyê de rê pê dayîn. Her li gorî yasayên wî welatî, keçên ku temenê wan kêmtirî 13 saliyê bin, pêwîst bi mohleta serperiştiyarê malbatê û razîbûna dadgehê heye.

 

Wergirtna mohleta dadgehê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji sala 2002an wir ve bûye mercek bo zewaca zarokên keç ên ku temenê wan li xwar 13 saliyê ye û beriya hinge bi tenê moleta serperiştiyarê malbatê pêwîst bû.

 

Rêveberiya jinan û malbatan li Kirmaşanê dide xuyakirin, temenê navendî yê bi şûdana keçan li Kirmaşanê bûye 25 sal, lê li tevahiya Iranê 23 sal û nîv e.

 

Li welatên paşkevtî yan welatên ber bi geşbûnê ve pêkanîna jiyana hevjîniyê ji bo keçan di jêr temenê 18 saliyê de ye, lê li welatên pêşkevtî zewaca keçan di temenê jêr 18 saliyê de qedexe ye.