FLAŞ – Li Wêranşarê teqîn!
Navenda Nûçeyan – Li navçeya Wêranşar a ser bi Rihayê teqînek çêbû.
Li gorî zanyariyê ji jêderên xwecihê hatiye bidestxistin, teqîn li ser rêya Wêranşar-Rihayê li nêzîkî taxa Sêsîkê rû daye.
Li gorî agahiyan, teqîn li nêzîkî Qereqola Kirlik a Cendirmeyên Tirkiyê û di dema derbasbûna wesayiteke leşkerî pêk hatiye.
Piştî teqînê gelek ambûlans ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Çavkaniyê Rûdawê li herêmê ragihand, ku di encama teqînê de1 leşkerê Tirkiyê hatiye kuştin û 4 leşkerên Tirkiyê jî birîndar bûne.