Dayikên Aştiyê: Hûn zarokên xwe bişînin şerî

Amed (Rûdaw) - Dayîkên Aştiyê ji bo şer û pevçûnan şermezar bikin, li ber pêkerê Azadiyê yê li Amedê parka Koşuyoliyê  daxuyaniyek dan.

Li ser navê dayîkan daxuyanî ji aliyê Endama Dayîkên Aştiyê Hava Kiran ve hate xwendin  û hate amaje kirin  ku  ew dixwazin “aştî” were  pêk anîn.

Dayîkên Aştiyê di daxuyaniyê  de gotin : “Me zarokên xwe ji bo hinek bibin serok û desthilattar mezin nekirinê û êşa dayikên tirk û kurd tev êşa me ye.”

Di daxuyaniye de hat maje kirin ku çiyayên Kurdistanê ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê ve ten bombebarankirin.

Dayikên Aştiyê destnîşan kirin, ew naxwazin tu dayik êşê bibînin û  yên ku  şer dixwazin  bila ew zarokên xwe bişînin şer ne zarokên feqîran.

Dayikên Aşîtîyê piştî daxûyaniye dûrişme  avêtin û gotin; “Aşîtî Îro Ne Sibê”,  “Bila Dayîk Negrîn”.

Di daxûyanîya Dayîkên Aşîtiyê de Parlementerên Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Feleknas Uca, Dilek Ocalan û parlementera HDPê ya berê Ayla Akat Ata jî amade bûn.