KERKÛK - Tirkman li dijî Bexdayê

21-08-2015
RÛDAW
Nîşan Iraq Başûrê Kurdistan Kerkûk Tirkman Heyder Ebadî Serhed Qadir
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê tirkmanên bajêr li dijî biryarên Bexdayê û herwiha gundiyên derdora Kerkûkê ji ber avanekirina gundên wan li dijî hikûmeta Iraqê dest bi xwepêşandanên nerazîbûnê kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand: “Tikrmanên akinciyê Kerkûkê li dijî biryarên Serokwezîrê Iraqê Heyder yên bo encamdana reforman di pêkhateya hikûmeta Iraqê de xwepêşandan kirin.”

 

Li gor agahiyên peyamnêrê me, “tirkman li dijî biryara Heyder Ebadî ya bo hilweşandina Wezareta Mafê Mirov a Iraqê derketine, ji ber ku ew wezaret di destê tirkmanên Iraqê de ye û wek pişka xwe di hikûmeta Iraqê de dibînin.”

 

Herwiha ji aliyekê din ve gundiyên derdora Kerkûkê jî îro xwepêşandan kirin.

 

Rêvebirê Polîsê Kerkûkê û derdora wê, Serhed Qadir ji Rûdawê re got: “Gundiyên derdora bajêr îro ji ber wêranbûna gund û deverên xwe bi destê çekdarên DAIŞê ew xwepêşandan lidar xistine.”

 

Serhed Qadir da xuyakirin: “Xwepêşander daxwaza dubare avedankirina gund û warên xwe ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve dikin.”

 

Li gor peyamnêrê me, xwepêşanderên nerazî rêya navbera Kerkûk û Bexdayê daxistine.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst