ŞIRNEX – Mayîn teqiya

21-08-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Qilaban a Şirnexê di encama êrişeke de leşkerekê Tirkyeyê birîndar bû.

 

Li gorî agahiyan îro gerîlayên PKKê bi çekên lûle dirêj li nevçeya Qilaban nêzîk sînor êrişê navendeke leşkerî ya Tirkiyeyê kirin.

 

Hat gotin leşkerên Tirkiyeyê bi cih de bersiva êrişa gerîlayên PKKê da û çendeke pevçûnê berdewam kir. Leşkerekî yê Artêşa Tirkiyeyê pêlî mayîneke ku berê hatibû vedan kir û birîndar ket.

 

Leşkerê birîndar bi helikopterê ji bo dermakirinê birin Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê.

 

Ji aliyê din ve îro sibê leşkerên Tirkiyeyê mayînek li ser rêya di navbera Şirnex û bajarokê wê yê Gundikê Melî li nêzîkî Kaniya Qirun hatî vedan dîtin û ew mayîn bi kontrol teqandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst