Kantona Cizîrê partiyên “bêy ruxset” dide dadgehê

 

Rûdaw (Hewlêr)- Serokê desteya navxwe ya kantona Cizîrê Kenaan Berekat ragihand ku partiyên ruxseta kar nestandine dê werin dadgehkirin û tekîd kir ku hinek partiyên wek Partiya Baes ruxset ji wan re dernakeve.

 

Kenaan Berekat di daxuyaniyekê de got ku hêzên asayişa dê serdana wan partî û saziyan bikin ku ruxset nestandine û dê lêpirsîna ligel wan bike daku piştre encamên lêpirsînê radestê dozgeriya giştî bike û ewê jî ji aliyê xwe de li dadgehê dozê li dijî wan partî û saziyan veke.

 

Serokê desteya navxwe bal kişand ku dadgehê derbarê vê yekê de çi biryarekê bide, ewê pêgirê wê biryara dadgehê bin.

 

Derbarê Partiya Baes de ku niha ofîsên wê li Qamişlo û Hesekê hene, Kenaan Berekat got, hinek partiyên wek Partiya Baes, ruxset ji wan re dernakeve.

 

Desteya navxwe ya kantona Cizîrê moletek ji 16 tîrmehê heta 17ê tebaxê dabû partî û saziyan daku destûr û ruxseta kar bistînin, lê jibilî partiyên ku di nava rêveberiya kantonê de cih digirin, ti partiyeke din daxwaza ruxsetê nekiriye.