Di nav lepê DAIŞê de ji Rûdawê re axivî: Em qîrr dikin me bikujin lê...

 

Rûdaw (Hewlêr)- “Hûn bi Xwedê bikin va ez navnîşana cihê ku em lê didim we, hûn jî bighînin firokeyan bila me topbaran bikin û ji vê rewşa dijwar rizgar bikin.” Bi van gotinan Leyla trajedyaya 200 keç û jinên kurd ên dîlgirtî li cem DAIŞê bi rêya telefonê vediguheze.

Roja 3ê tebaxê, çekdarên radîkal ên DAIŞê êrîşî devera Şengalê kirin û ew dever dagîr kirin,  ji herdu komelgehên Giruzêr û Sîba Şêx Xidir ên ser bi devera Şengalê, hejmarek zêde ji zilam û xortan kuştin û jin û keç jîdîl kirin, keçek 24 salî, ku navê wê li cem Rûdawê parastiye, lê emê wê bi Leyala binav bikin, yek ji wan keçan e ku niha li cem DAIŞê girtîne, beşek trajedyaya xwe bi rêya Rûdawê vediguhêze.

Leyla bi dengekî nizim û tije tirs û hisret bi rêya telefonê ji Rûdawê re dibêje: “Em nêzîkî 200 jin û keçên kurdên êzdî ne di nava holekê de. Rojane 2 yan 3 car çekdar tên nav holê. Hemû jin hawar dikin û dibêjin me bikujin. Lê ew çekdar li nav me digerin, çi keçek ciwan hebe bo emîrên xwe dibin.”

Di nava gotinên xwe de, Leyla behsa awayê ku pê hatin dîl kirin dike û dibêje: “Em li komlegeha Giruzêr bûn, dema çekdar hatin û me nikarîbû biervein, wan dest bi girtina jin, zilam, zarok û mezinan kirin, piştire em birin navenda qeza Şengalê, li wê derê keç û jin ji zilaman cuda kirin. Piştire em bi “pick-up”an veguheztin cihekî nêzîk bajarokê Beac.”

Ev navnîşana me ye, bila balafir me topbaran bikin

Girî û firmêskên Leyla jê re nearîkar bûn da hemû tiştê di dilê xwe de ji me re bibêje, lewma car car kela girî zora wê dibir û ji axaftin diket û piştire digot: “Bi hawara me ve werin.”

Ji nişkê ve Leyla got: “Herin.. Herin ew hatin”. Mebesta wê jî ew bû ku careeke din çekdarên DAIŞê hatin nava holê da çend keçan ji emîrên xwe re hilbijêrin. Pêwendî hat birrîn.

Piştî bîstekê me carek din pêwndî bi Leyla re kir, dema ku bersiv da çendîn car cihê xwe ji Rûdawê re bi hûrglî aşkere kir û got: “Hûn bi Xwedê bikin navnîşana me bidin balafiran, bila me topbaran bikin û me ji vê rewşa xirab rizgar bikin.”

Berî pêwndî bidawî bê, Leyla hawar kir û got: “Bi hawara me ve werin”, “Em daxwaz li Amerîka û Ewropa û her kesekî ku dengê me digihêjê dikin, ku bi hawara me vê bên.. me ji destê van zaliman rizgar bikin.”

Tevî ku heta niha trajedyaya keç û jinên dîlgirtî li cem DAIŞê berdewame, lê hîn ti amareke hûr li ser hejmara wan tune ye, zanyarî di wî warî de tevlîhev in, hin dibêjin 200, hin 500 û hin dibêjin di ser 700 re ne.

Dema vedigerin xwe dikujin

Leyla çend wêneyên din ji trajedyaya ku tê de dijîn veguhestin û wiha berdewam kir: “Rojane 2-3 caran çekdar tên û di nava jinên di holê de çavê xwe digerînin. Jin bang li wan dikin: Me bikujin me ji vê rewşê rizgar bikin. Lê ew du heta sê jin û keçên ciwan ji emîrên xwe re dibin. Ew jî destdirêjiyê li wan dikin.”

“Dema ku ew keç vedigerin firmêsk ji çavên wan tên xwarê, dema digihêjin nav me dest datînin ser çonkên xwe û serê xwe ditewînin.”

Leyla balkişand ser wê yekê jî, ku êdî keç û jin bi destê xwe xwe dikujin da ji wê karesata mirovî rizgar bibin û got: “Heta niha çend keçan xwe kuştine. Her îro keçekê bi desmala xwe, xwe xeniqand.”