DDKD û HAK-PAR: Bila yekîtiya li Başûr li Rojava jî hebe

21-08-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Amed (Rûdaw)- Partî û saziyên kurdî yên li Amedê, bang li partî û hêzên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê kirin yekîtiya ku hêzên Pêşmerge û PKKê li Başûr li dijî DAIŞê ava kirine, ew jî li nav xwe pêk bînin.

Serokê Komeleya Kurdî ya Demokrat a Şoreşger Îmam Taşçier ji Rûdawê re ragihand ku ew ji yekîtiya hêzên kurdî li Başûrê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kêfxweş in.

Taşçier anî ziman ku têkoşîna hevbeş a hêzen Peşmerge û PKKê ji bo yekîtiya kurdan girîng e û got, “Rojava jî axa kurdan e. Li kuderê dibe bila bibe divê kurd li hember her cure êrişên li dijî xwe bi hev re tevbigerin. Divê li Rojava jî wisa tevbigerin.”

Endamê Meclisa Partiyê ya HAK-PARê Ramazan Moray jî ragihand ku yekîtiya neteweyî girîng e û wiha axivî:

“Li kuderê êrişek niheq li ser kurdan bê kirin hêviya me ew e ku kurd bi hevre li dijî wê tevbigerin. Divê ji bo Rojava jî wisa be.Helbet biryara şerê pêşmerge li Rojavayê dê Rêveberiya Herême Kurdistanê bide lê belê li gorî min divê di çarçoveya yekîtiya neteweyî de xebat bikin.”

 

KCKê jî beriya niha bang li hemû kurdan kiribû li dijî êrişên li ser Kurdistanê bibin yek.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst