Ji wênegirê Kurd Murat Yazar agahî hat wergirtin

Hewlêr (Rûdaw) – Ji wênegirê Kurd Murat Yazar ku ji 14ê Tîrmehê vir ve winda ye, agahî hat wergirtin.

Malbata wênegir Murat Yazar ê ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ragihandibû ku ev 7 roj in ew winda ye.

Murat Yazar herî dawî beriya 7 rojan li navçeya Zaxoyê ya parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê hatibû dîtin.

Birayê Murat Yazar ê bi navê Baran Yazar ji Rûdawê re ragihand ku wan bi rêya telefonê pêwendî bi birayê xwe kiriye.

Baran Yazar da zanîn ku rewşa birayê wî baş e û ew niha ber bi Zaxoyê ve diçe.

Bi gotina Baran Yazar dema birayî li cihekê wêneyan digire ji aliyê asayîşa Herêma Kurdistanê ve hatiye desteserkirin û îro jî hatiye berdan.

Hevalên wênegir Murat Yazar li ser windabûna wî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ji bo dîtina wê banga alîkariyê kir.

Li gorî zanyariyan Murat Yazar derbasî devereke qedexekirî bûye lewma hatiye desteserkirin.

Murat Yazar, li ser projeyeke demdirêj a ku çemên Dîcle û Firatê belge dike dixebite û bi vê armanca çûbû Zaxo.

Murat Yazarê 47 salî bi dehan sal in ku li Rojhilata Navîn, Kafkasya û Balkanan wêneyên mirov û dîmenan digire.

Murt Yazar herî zêde bi portreyên xwe yên reş û spî tê naskirin.