Li Amedê qeza: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan îro li navçeya Bismilê ya Amedê otomobîlek ji kontrolê derketiye û wergeriya.

Di encamê de 5 kes birîndar bûn ku 3 ji wan zarok in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndarên ku ji otomobîlê hatin derxistin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Rewşa tenduristiya wan di metirsiyê de ye.