Li Rihayê germahî gihîşt 42 pileyan: Hişyarî hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê germahî gihîşt 42 pileyan.

Pêleke germayê van rojên dawî Bakurê Kurdistanê daye ber xwe û bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan dike.

Îro li navenda bajarê Rihayê germahî gihîşt 42 pileyan. 

Welatiyên ku ji germahî zêde bêzar bûn qesta Gola Masiyan a Rihayê û parkan kir da ku xwe honik bikin.

Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê hişyarî dabû ku dê îro li piraniya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê germahî 3 heta 7 pileyan ji dema asayî zêdetir bibe.

Herwiha ragihand ku dê li hinek parêzgehan germahî 40 pileyan derbas bike û hişyarî dabû xelkê ku xwe li hemberî pêşhatên neyînî yên hewaya germ biparêzin.

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li hinek parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê germahî wiha ye:

Amed: 42°C

Dîlok: 40°C

Sêrt: 40°C

Wan: 30°C

Erzirom: 27°C

Qers: 27°C

Meletî: 37 °C

Sêwaz: 33°C