Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Gulşen Ozer ve Abbas Şahîn wekî Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê hatin hilbijartin.

Rêxistina parêzgeha Amedê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îro li navçeya Peyasê ya Amedê 2yemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek keşdarî kongreyê bûn.

“Çareseriya pirsa Kurd bi statuyê pêk tê”

Di kongreyê hevserokên nû yên bajêr hatin hilbijartin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demoratîk (DBP) Keskîn Bayindir di kongreyê de axivî û bal kişand ser çareseriya pirsa Kurd û wiha pê de çû:

"Çareseriya pirsa Kurd bi statuyê pêk tê û ji bilî vê ti rêyek nîne.

Ji bilî vê ti rêyek nîne. Heta ku temenê me têr bike, dayik, ciwan û jin hebin dê têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê û gelê Kurd berdewam be."

“Hesabên nû nekin”

Berdevka DEM Partiyê jî axaftinên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ên derbarê asayînûna rewşa siyasî ya Tirkiyeyê bi bîr xistin û got:

“Yên ku di polîtîkaya derve û navxwe de li asayîbûnê digerin em bi hev re ji vê derê bangî wan bikin, amajeyên vê asayîbûnê nîşanî me bidin.

Hesabên nû nekin. Ew hesabên nû yên ku hûn dikin dîrok jî şahid e dê bi têkoşîna hebûnê ya Kurdan bikeve û vegere.”

Piştî axaftinên berdevk û berpirsên DEM Partiyê û xwendina raporên malî û çalakiyan hilbijartin hat kirin.

Gulşen Ozer û Abbas Şahîn bûn bevserokên nû yên Şaxa DEM Partiyê ya Amedê.