Li Çiyayê Gabarê birca sondajê ya petrolê qulibî: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li qada petrolê ya Çiyayê Gabarê yê Şirnexa Bakurê Kurdistanê birca sondajê ya petrolê qulibî yek jê giran 2 karker birîndar bûn.

Çavkaniyeke taybet ji Şirnexê ji Rûdawê re got ku îro li qada lêgerîna petrolê ya li Çiyayê Gabarê birca sondajê wergeriyaye û hejmarek karker di bin de mane.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên hawarçûnê çûne cihê bûyerê û ji bo derxistina karkerên ku di bin bircê de mane dest bi xebatan kiriye.

Heta niha nayê zanîn ka çend karker di bin kuleyê de mane û mirî yan birîndar hene yan na.

Parêzgariya Şirnexê daxuyaniyek belav kir

Parêzgariya Şirnexê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî  derbarê mijarê de daxuyaniyek belav.

Li gorî parêzgariyê dema birc qulibiye 3 karker di bin bircê de man.

Parêzgariyê da zanîn ku heta niha ji 3 karkeran 2 karker bi birîndarî ji bin bircê hatine derxistin.

Parêzgariya Şirnexê herwiha ragihand ku kakerekî birîndar bi helîkopterê birine nexweşxaneyê.

Li aliyê din, parêzgariyê diyar kir ku ji bo derxstina karkerê din ê di bin bircê de maye berdewam in.