Li Wan û Agiriyê lehî rabû: Pir hilweşiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan û Agirî yên Bakurê Kurdistanê şeva borî ji ber barana gur lehî rabû û di encam de pir hilweşiya, zerer gihişt zeviyên çandiniyê.

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji ber lehiyê zerer gihişt zeviyên çandiniyê û li navçeya Dutaxê jî rê xirab bûn û gelek zeviyên çandiniyê di bin avê de man.

Li çend gundên navçeyên Erdîş û Seravê yên Wanê jî baraneke zêde bariya û bû sedema lehiyê.

Di encam de av rabû li 4 gundan pir hilweşiyan û zerer gihişt zeviyên çandiniyê.

Zêdeyî mehekê ye li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran dibare û li çend parêzgehan lehî rabû û bû sedema zerara canî û madî.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihandiye ku li 8 parêzgehan barîna baranê berdewam dibe û divê ji bo egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.